Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer di salekê de 665’an kesan jiyana xwe ji dest dan

SOHR’ê ragihand ku ji dema têkçûna rejîma Baas û vir ve li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer 665’an kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka rûxandina rejîma Baasê (8 Kanûn 2024) heya 5’ê Kanûna îsal, li Sûriyeyê 665 kesan ji ber teqînên bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane. Li gorî SOHR’ê, ji wan 199 zarok û 24 jin in.

SOHR’ê da zanîn ku bûyeran li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, herêmên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rû daye.